PKKê muxtar û malbatên şehîdên gundê Zargelê girtine
__2015_10_04_h17m52s34__LB.jpg)
Soran-KDP.info- Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), muxtarê gundê Zargelê û malbatên şehîdên wî gundê ku ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin, binçav kirine.
Qeymeqamê Navçeya Rewandiz Sîrwan Rojbeyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Gerîlayên PKKê muxtarê gundê Zargelê Îsmaîl Ebdulah û 2 kesên din bi navê Selîm Xidir û Cêgir Cebar ku ji malbatên şehîdên wî gundî ne, girtine.”
Sîrwan Rojbeyanî wiha got: “Piştî bombebarankirina wî gundî ji aliyê balafirên Tirkiyê ve û şehîdkirina hejmarek kesan, ew malbat koçber bibûn û niha wan kesan dixwest serdana gundê xwe bikin, lê ji aliyê PKKê ve hatin girtin.”
Rojbeyanî wiha domand: “Ji ber ku muxtar û welatiyên gundê Zargelê daxwaz ji PKKê kirine ku binke û baregehên xwe ji gundan dûr bikin, gerîlayên wan avêtine ser welatiyên gund û ev 2 roj in ku muxtar û 2 welatî ji wan girtine.”
Qeymeqamê Navçeya Rewandiz ragihand: “Niha em û aliyên pêwendîdar hewl didin bo azadkirina wan kesan û em ligel PKKê axivî ne û wan jî soz dane ku wan azad bikin, lê hêj soza xwe nebirine serî.”
Roja 1ê Tebaxê balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Zargelê yê Başûrê Kurdistanê dan û 8 sivîl şehîd kirin û 11 jî birîndar kirin.




