26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Ti haleteke nexweşiya Kolêrayê li Kurdistanê nehatiye tomarkirin”

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Hewlêr- Wezareta Tenduristî ya Iraqê radigheîne ku, hejmara nexweşên Kolêrayê gehiştiye 500 kesî, parlementereke Kurdistanî jî tekez dike ku, Herêma Kurdistanê tedbîrên tund di rûyê wê nexweşiyê de standine.
Awaz Hemîd Efendî ji KDP.info re ragehand ku, Herêma Kurdistanê di demeke zû de dest bi kampaniyayê li dijî nexweşiya Kolêrayê destpêkirin, li her nexweşxaneyekê jî nihomek taybet bi nexweşên Kolêrayê hatiye amadekirin, lê heta niha ti haletên wê nexweşiyê li Kurdistanê nehatiye tomarkirin.
Efendî got jî ku, tireseke zêde heye ku derbiderên navçeyên din ên Iraqê nexweşiya Kolêrayê ligel xwe bînin Herêma Kurdistanê, lê niha çavdêriyeke hûr li ser hemû kampan heye û tedbîrên asê jî hatine standin, ji bo ku ew nexweşî li Herêma Kurdistanê dernekeve.

Nûçeyên têkildar