25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK postên bê desthilat li Helebceyê red dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Helebce- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) postên bê desthilat li Helebcayê red dike û radigehîne ku, ew dixwaze bi rêya postên bidesthilat xizmeta xelkê bike.
Berpirsê Liqa 12 a PDK li Helebceyê, Fadil Beşartî ji KDP.info re ragehand ku, wan wek PDK xwe ji hikûmeta xwecihî ya Helebceyê nevekişandine, lê aliyên din postên bê desthilat ji wan re diyar kirine û ew jî wê yekê qebûl nakin.
Beşaretî da zanîn jî ku, ji ber çînên parêzgeha Helbceyê bi şaşî li helwesta PDK têneghi, ew ligel rewşenbîr, mamostayên olî û tevaya çînan civiyan e ji bo ku helwesta xwe zelal bikin.
Navborî tekez kir jî ku, ne ew aliyên siyasî dikarin xizmetê bikin û jî rê didin PDK ku xizmetê bike.

Nûçeyên têkildar