26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civata Ewlekariya Kurdistanê: Felah Kurdî hatiye kuştin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civata Ewlekariya Kurdistanê kuştina terorîstê mezin Felah Kurdî piştrast kir.

Civata Ewlekariya Kurdistanê di daxuyaniyekî de eşkere kir ku îro pêncşem seat 12 û 28 deqîqe terorîstê mezin yê bi nave Aaras Seîd Ferec Mecîd Berzenjî yê bernas bi Sed û Felah Kurdî, di encama çalakiyeke taybet ya îstîxbaratî bi hevkariya hêzên hevpeymanan li nêz Hewêceyê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniya han de civata ewlekariya Kurdistanê piştrast kir ku ew terorîstê han di encama êrîşê de hatiye kuştin û berpirsê ragehandina welayeta Krekûkê ya terorîstên DAIŞê bûye û herwiha plandanerê her sê êrîşên terorîstên yên bajarê hewlêrê yên 24.8.2014, 19.11.2015 û 17.4.2015 bûye û herwiha serperestiya çend kiriyarên din yên terorîstî li Kerkûkê kiriye
 

Nûçeyên têkildar