26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Rojavayê Kerkûkê Pêşmerge êrîşeke DAIŞê têkşikandin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kerkûkê-KDP.info- Ti ziyanek negiha Pêşmergeyên Kurdistanê, Lêbelê hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndar kirin.

Îro 1 Cotmehê Fermanderê eniya rojavayê Kerkûk ê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Hisên Yezdan Pena ragihand: Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşek çekdarên DAIŞê bo ser sengerên Pêşmerge têkşikandin.

Hisên Yezdan Pena ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro êvarî hejmarek çekdarên DAIŞê bi otombîlan êrîşî sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gundê Etşana li başûrê Kerkûkê kirin. Êrîşa wan bi tundî ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê hate şikandin.”

Navborî got: “Di encama vê êrîşê de ti ziyanek negiha Pêşmergeyên Kurdistanê, Lêbelê hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndar kirin. Çekdarên DAIŞê birîndarên xwe li gel xwe birin.”

Doh 30 Eylûlê Pêşmergeyên Kurdistanê li başûr-rojavayê Kerkûkê êrîşî navçeyên di bin kontirola çekdarên DAIŞê de kirin û bêhtir ji 10 gundan kontirol kirin û nêzîkî li bajarokê Hewîca kirin.
 

Nûçeyên têkildar