25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekîtiya Ewropa: Herêma Kurdistanê mînaka pêşkeftinî ye li Rojhilata Navîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofsa Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê ragihand ku, Herêma Kurdistanê mînaka pêşkeftinî ye li Rojhilata Navîn.

Îro 1-10-2015 Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê pêşwazî l Patrîk Byîsn Berpirsê Ofsa Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê kir û bi navê serkirdatiya PDKê pîrozbahî li Byîsn wek Nûnerê Yektiya Ewropayê kir, herwiha hemû piştevaniya partiya xwe bo wî diyar kir û ofîsa wan li Kurdistanê bilind nirxand.

Hêmin Hewramî wiha got: Giringîdana welatên cîhanê bi Herêma Kurdistanê bo vê jîngeha demokrasî û pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye û mînaka zindî bo vê yekê şerê li dijî terorîstên DAIŞê bû. Kurdan ji aliyekî ve şerê DAIŞê dikin û ji aliyê din ve pêşwazî li nêzîkî 3 milyon koçber dikin.

Hewramî ew kar vegerand îradeya Hêzên Pêşmerge û fermanderiya Fermandehiya hêzên çekdarî yên Herêma Kurdistanê, û xelkê Kurdistanê, herwiha beşek girîng ji vê serkeftinê vedigere bo bihewarhatina welatên ewropî û dostên gelê kurd.

Ji aliyê xwe ve, Patrîk Byîsn Berpirsê Ofsa Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê kir û destxweşî li Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê kir di şerê li dijî terorîstan de û ji aliyê demokrasî û pêkvejiyan û lêbordeyiya Herêma Kurdistanê bi mînakeke pêşkeftî li Rojhilata Navîn dizane, hêvî jî xwest ku hikûmraniya navçeyê çav li Herêma Kurdistanê bike.
 

Nûçeyên têkildar