Mexmûr.. 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
__2015_10_01_h18m45s28__LB.jpg)
Mexmûr-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymanan baregehên çekdarên rêxistina DAIŞê li sînorê navçeya Mexmûrê ya li başûrê bajarê Helwêrê bombebaran kirin.
Berdevkê Hêza Pêşmerge li eniya Mexmûr Ehmed Enwer ji KDP.info re ragihand: “Balafirên şer 2 baregehên çekdarên DAIŞê li gundê Elwat a Navîn a girêdayî bajarokê Zabê bombebaran kirin û baregehên DAIŞê bi tevayî rûxandin.”
Berdevkê Hêza Pêşmerge li eniya Mexmûrê amaje bi zirarên DAIŞê di êrişên îro de kir û got: “Li gor agahiyan di encama êrişên îro yên balafiran de zêdetirî 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û heya niha termên 20 kes ji wan ji bin kavilên xaniyan anîne derê.”




