25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kemal Kerkûkî: Hejmarek çekdarê DAIŞê hatin girtin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kerkûkê-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz eşkere kir ku piştî serkeftina duhî ya Hêzên Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê, îro bi sedan malbatên ereb berê xwe dan eniya wan û di nava wan de hejmarek çekdar hatin girtin.

Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz ji malpera KDP.info re ragihand: Piştî ku duhî Hêzên Pêşmerge li eniya Rojavayê Kerkûkê ew devera berfireh azad kir û serkeftinên mezin bi dest anî, îro bi sedan malbatên ereb berê xwe dan eniya me, gelekan ji wan malbatan ala spî bilind kiribûn.

Dr. Kemal Kerkûkî wiha got: Di nava wan malbatan de Hêzên Pêşmerge yên serbilind ên Kurdistanê li sînorê lîwaya 2, karîn hejmarek terorîstên DAIŞê bigirin, ku di cih de îtîraf kirin ew ser bi DAIŞê ve ne.
 

Nûçeyên têkildar