26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Hozên Felûcayê: Em qet helwesta mêranî ya Serok Barzanî ji bîr nakin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Di hevdîtinekê de ligel berpirsên peywendiyên Kurdistanî û Iraqî yê PDK, Ehmed Kanî, û şandeyek Encûmena Giştî ya Şêxên Hozên Felûcayê de, behsa rewşa niha ya Iraq û navçeyê hat kirin.

Şandeya Felûcayê spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, ku bi singeke berfereh pêşwazî li hemû derbideran kirine.

Şandeyê tekez kir jî ku, ti carî helwesta mêranî ya Serok Barzanî û gelê Kurd ji bîr nakin. Herêma Kurdistanê jî bi take navçeya aram li seranserê Iraqê ku pêşwazî li penaberan dike, dan zanîn.

Herwiha spasiya qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kirin.

 

Nûçeyên têkildar