25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fadil Mîranî: Em bijardeyên aliyan bi rehayî qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Sekreterê Poltîbîroya PDK, Fadil Mîranî, dibêje ku, dema kak Nêcîrvan Barzanî gotiye ku, bijardeyên her 4 aliyên siyasî seyr in, ew nayê wateya ku me ew bijarde qebûl yan red kirine.

Fadil Mîranî di hevpeyvînekê de ligel radyoya Dengê Amerîka de got ku, mebesta Cîgirê Serokê PDK, Nêçîrvan Barzanî, ji wê daxuyaniyê ew bû ku, tiştên seyr di nav her du bijardeyan de heye, ne her du bijarde bi xwe seyr in.

Mîranî got ku, dê şandeya PDK bi wê nêrîna Nêçîrvan Barzanî biçin civîna bê ya her 5 aliyên beşdar di hikûmetê de, derbarê çareserkirina krîza serokatiyê li Herêma Kurdistanê.

Serkreterê Polîtbîroya PDK tekez kir jî ku, ew her du bijardeyên aliyên siyasî bi rehayî qebûl nakin, lê ew dê ligel aliyên din gotûbêj bikin.

Mîranî diyar dike jî ku, civînên aliyên siyasî xelik bêzar kirine, lê xelkê Kurdistanê bi xweragir wesif dike.

 

Nûçeyên têkildar