Hacî Mehmûd: Deverek berfireh hat rizgarkirin..Êdî metrisî li ser Kerkûkê nemaye

Kerkûk-KDP.info- Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê û Fermandarê Pêşmerge li Eniya Kerkûkê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand ku ew pilana ku îro li Kerkûkê hat danîn % 100 hat bicihkirin û di wî şerê de DAIŞê gelek ziyanên canî û madî dîtin.
Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê û Fermandarê Pêşmerge li Eniya Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pilana îro ya Wezareta Pêşmerge û hêzên hevpeymaniya navdewletî bi başî hat bicihkirin, zêdetirî 20 km ducar hat azadkirin, ku 12 gundan li xwe digire.”
Hacî Mehmûd behsa girngiya azadkirina wan gundan kir û wiha got: “Ew gundên ku hatine azadkirin, li ser cadeya sereke ya Hewîce û riyaz û Telwerd û Kerkûk in, ku ew cade Kerkûk û Mûsilê be hev girê dide û êdî Kerkûk bi temamî ji metrisiyê dûr dixe.”
Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê wiha domand: “Niha hêzên teqemeniyê û mayînan wan pûç dikin.”




