25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Korya Başûr li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokerzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Korya Başûr li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Korya Başûr tekez kir li ser berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê.

Îro Çarşemê 30/9/2015 Nêçîrvan Barzanî Serokerzîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê Pêşwazî li Cong Won Ço Balyozê Korya Başûr li Iraqê û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de Balyozê Korya Başûr li Iraqê rêz û silavên xwe pêşkêşî xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku kariye di vê rewşa dijwar yak u Herêma Kurdistanê tê de derbas bibe, pêşwazî li hejmarek zêde ji koçberan bike û alîkariya wan bike, herwiha pesnê rola Hêzên Pêşmerge da û destxweşî li serkeftinên wan kir, herwiha behsa pêwendiyên 2 alî di navbera herdu aliyan jî kir û tekez kir ku welatê wî dê berdewam be li ser alîkariya Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî bi girîngî li pêwendiyên herdu aliyan nêrî û hêvî xwest ku ew pêwendî berdewam bin û zêdetr pêşbikevin.

Herdu aliyan rewşa navçeyê û pêşhatên dawî û serkeftinên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê gotûbêjkirin.
 

Nûçeyên têkildar