Sûdan: Herêma Kurdistanê fakterekî girîng ê aramiyê ye..Serweriyek nû tomar kiriye

Hewlêr-KDP.info- Di civînekê de navbera Şêwirmendê Encûmena Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Giştî yê Sûdan li Iraqê Yasîn Îwez behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Îraq û bitaybet rewşa penaberan hate kirin.
Îro 30 Eylûlê Şêwirmendê Encûmena Asyişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Baliyozê giştî yê Sûdan li Iraqê Yasîn Îwez û şanda li gel wî kir.
Di civînê de Balyozê Sûdanê behsa girîngiya pêwendiyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdiatanê de kir û amaje bi wê yekê kir, welatê wan li Herêma Kurdiatanê dinere wek fakterekî girîng ê aramiyê, Lewma Sûdan dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bi hêztir bike.
Herwiha Balyozê Sûdan amaje bi wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê bûye deverek aram bo penaberên Sûriyê û Iraq û bi vê yekê Herêma Kurdistanê serkeftinek dîrokî bo xwe tomar kir.
Yasîn Îwez rola dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê jî bilin nirxand ku karîbûn di vê rewşa awarte de asayişa Herêam Kurdistanê biparêzin.
Beramberî Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi cidî dixwaze pêwendiyên xwe ligel wealtên Afrîkayê bihêztir bike. Hêviyê jî dike ku ew jî alîkariyê bi Herêma Kurdistanê re bikin di şerê li dijî DAIŞê de, Jiber DAIŞ metirsiyeke li ser hemû cîhanê.
Di dawiya civînê de herdu aliyan tekez kir ku, Pirsgirêkên di navbera Iraq û Herêam Kurdistanê de divê bi rengekî aştiyane bêne çareser kirin. Di vê derbarê de Baliyozê Sûdanê behsa ezmûna welatê xwe ligel Başûrê Sûdan de anî ziman û hêvî kir ku li vê navçeyê jî milet rêzê li îrade û biryara hev bigrin.




