Kerkûk.. Zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
__2015_09_30_h16m56s24__LB.jpg)
Kerkûk-KDP.info- Di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê de 28 km çargoşe ji DAIŞê hat stendin û zêdetirî 100 terorîst hatin kuştin.
Fermandarê Hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê Husên Yezdanpena ji mapera KDP.info re ragihand: “Îro sibehê saet 5, Hêzên Pêşmerge ji çend aliyan ve dest bi operasyoneke berfireh li dijî terorîstên DAIŞê kirin, tevî ku terorîstên DAIŞê gelek mayîn li ser rêya wan danîbûn û xwe li pişt mayînan veşartibû, lê dîsa nikarîbûn rê li pêşiya pêşveçûnên Pêşmerge bigirin.”
Husên Yezdanpena wiha got: “Hêzên Pêşmerge karîn 28 km çargoşe ji DAIŞê paqij bikin û ew pilana ku hatibû danîn hemû hat bicihkirin. Niha bi ti awayî metirsî li ser Kerkûkê nemaye û Hêzên Pêşmerge 20 km dûrî Hewîce ye.”
Fermandarê Hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê tekez kir ku, “di operasyona îro de 100 terorîstên DAIŞê hatin kuştin, ew jî bi topên Pêşmerge û bombeyên balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî.”




