Pêşmerge 12 gundên Kerûkê rizgar dikin û ji Hewîcayê nêzîk dibin

KDP.info- Kerkûk- Hêzên Pêşmerge di operasyona îro de heta niha 12 gund girtine û tenê 22 km ji navçeya Hewîce ya başûrê Kerkûkê dûr in.
Îro danê sibehê saet 07:00, Hêzên Pêşmerge bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ji 3 aliyan ve dest bi operasyoneke berfireh li rojavayê Kerkûkê kirin. Armanca Pêşmerge girtina kaşên Xere û 19 gundên bin destê DAIŞê ye.
Sekreterê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji eniya şer ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha 12 gund hatine girtin. Me pilana girtina 19 gundan daniye. Heta niha şer berdewam e.”
Mihemed Hacî Mehmûd wiha got: “Tevî ku niha ti pilana me bo girtina Hewîye tune ye, lê ew navçe niha 22 km dûrî me ye.”
Derbarê amarên qurbaniyên şer, Hacî Mehm wiha domand: “Şehîd û birîndarên me hene, lê hejmar heta niha nediyar e. Li gundê Mensûriye, ku niha ala Kurdistanê li ser hatiye bilindkirin, 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”




