Li ser karesata Şingalê û qehremaniya Pêşmerge, fîlmek tê dirustkirin
__2015_09_29_h20m15s27__LB.jpg)
Çiyayê Zawa-KDP.info- Fîlmek li ser karesata Şingalê û rol û qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê bi nave Reşeba tê dirustkirin.
Serokê Bingeha Laleş Şêx Şamo ji malpera KDP.info ragihand: “Li Çiyayê Zawa fîlmek li ser karesata Şingalê û rol û qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi nave Reşeba tê dirustkirin, û niha ew film di qonaxa dawî de ye, îro bi amadebûna berpirsên hizbî û hikûmî û Endamê Serkirdatiya Partiya Dermokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî merasîm dest pê kir.”
Di wê merasîmê de Elî Ewnî peyvek pêşkêşkir, di peyva xwe de destxweşî li derhênerên kurd kir û ew kar bi baş da zanîn û behsa karesata ku hatiye serê kurdên êzîdî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge kir.
Ewnî wiha domand: “Ew film hevdem e ligel wê karesata ku bi ser kurdên êzîdî de hatiye, ku ew fîlm derbirîn li xem û azara kurdên êzîdî dike, sînema dergeheke dinyayê ye û dibe peyamek bo hemû cîhanê.”




