26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Wezîrê Neftê yê Iraqê rewşa siyasî nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Nefta Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî ya Bexda nirxandin.

Roja sêşem 29.09.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Abdulmehdî Wezîrê Nefta Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞ li Rumadî û cihên dinê Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha rewşa siyasî ya Bexda jî nirxandin.

Her li vê kombûnê da di derbarê gûhertinan û rewşa navçeyê bi giştî de danustandina bîr û ramanan kirin û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar