HDPê ji hemûyan zêdetir berbijêrên xwe guhertiye
__2015_09_29_h18m27s2__LB.jpg)
Enqere-KDP.info- Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê belav kiriye ku, bo hilbijartina pêşwext a Tirkiyê di nav herçar partiyên sereke de, HDPê ji hemûyan zêdetir berbijêrên xwe guhertiye.
1ê meha Cotmehê dê hilbijartinên Tirkiyê birêve biçin û ji bo wê hilbijartinê HDPê ji hemû partiyên din zêdetir berbijêrên xwe guhertiye.
Lê partiyên din guhertinên wisa zêde di lîsteya xwe de pêk neanîne û tenê hinek guhertinên kêm pêk anîne.
Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê AK Partî 5 berbijêr guhertiye, CHPê 13 berbijêr, MHPê 13 berbijêr û HDPê 18 berbijêr.
Bo çavdêriya rewşa hilbijartinên bê yên Tirkiyê, çavdêrên navdewletî îro gihîştin Enqere û bernameya karê xwe ragihandin.
28 pisporên navdewletî ku ji 2 şandên dezgeha alîkariyê ya Yekîtiya Ewropayê û dezgeha demokrasiyê û mafê mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî bi navê şanda çavdêriya navdewletî bo hilbijartinê Tirkiyê, îro danê sibehê gihîşt Enqere û konferanseke rojnamevaniyê li dar xist.
Serokê wê şandê, Gyîrt Hîrînç Ahrêns di wê konferansê de derbarê bajarê Cizîra Botan da zanîn ku haya wan ji rewşa wî bajêrî heye. Herwiha tekez kir ku şanda wan xwedî ezmûneke mezin e û dê bi hûrî çavdêriya hilbijartinê bike.
Gyîrt Hîrînç Ahrêns ragihand ku ew li ser daxwaza aliyên fermî yên Tirkiyê çûne wî welatî û wiha got: “Em nehatine alîkariya ti alî bikin, erkê me hewldan e ku hilbijartin li gorî pîvanên navdewletî û Ewropî birêve biçin û emê raporên xwe amade bikin û behsa hemû aliyan bikin.”




