Brîtanya: Hêzên Pêşmerge cihê şanaziyekî mezin in
__2015_09_29_h17m56s3__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Brîtanya kir û di wê hevdîtinê de Ton Bêkt rol û qurbanîdana Pêşmerge bilind nirxand û bi hevpeymaniyekî stratejî û bi bandor li rûbirûbûn û têkşikandina terorê wesif kir û tekez kir ku hêza Pêşmergeyê Kurdistanê cihê şanaziyekî mezin e.
Roja sêşem 29.09.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ton Bêkt Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikumeta Brîtanya û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina Şanda Asayîşa Hikûmeta Brîtanya û şanda li gel kir û her wiha behsa hereşeya terorê ya li ser asayîşa navçe û cîhanê kir û Serok Barzanî bi spasiyê ve balkişand li ser girîngî û rola hevpeymaniya dijî DAIŞ û tekez li ser ewe jî kir ku hêza Pêşmerge bi îrade û moral û ureyekî bilind ve rûbirûyê terorîstan rawestaye.
Ji aliyê xwe ve Ton Bêkt rol û qurbanîdana Pêşmerge bilind nirxand û bi hevpeymaniyekî stratejî û bi bandor li rûbirûbûn û têkşikandina terorê wesif kir û tekez kir ku hêza Pêşmergeyê Kurdistanê cihê şanaziyekî mezine.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî û Şanda Asayîşa Hikumeta Brîtanya behsa pêdiviyên hêzên Pêşmerge ya rûbirûbûna terorê kir û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û rewşa siyasî û emnî ya Sûriye jî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.




