Daxuyaniyek ji nivîsgeha Serok Barzanî

KDP.info-Hewlêr- Serok Barzanî tekez dike ku, li şûna danîna peykeran, pêwîste rêbaza Barzaniyêî nemir di bihayê mirovî, rûhiyeta niştimanî, pêkvejiyana aştiyane û lêborîna di navbera pêkhateyan de were çespandin.
Şêwirmendê nivîsgeha Serokê Partiya demokrata Kurdistanê (PDK), Kîfah Kerîm di daxuyaniyekê de ragehand ku, Serok Barzanî danîna peykerekî Barzaniyê Nemir li Bexdayê red dike û li şûna wê rêbaza wî bê çespandin.
Dezgehên medyayî li ser zarê berpirsê Liqa 5 a PDK li Bexdayê belav kiribûn ku, ew amadekariyan bo danîna peykerekî Barzaniyê Nemir li Bexdayê dikin.
Lê Serokê PDK, Mesûd Barzanî razîbûna xwe li ser wê yekê nedaye.




