25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Mexmûrê hejmareke zêde ya terorîstan hat kuştin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Mexmûr- Berdevkê Hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûrê ragehand ku, ji encama lêxistina pêgehên DAIŞê ji aliyê firokeyên hevpeymanan ve, hejmareke zêde ji terorîstan hatine kuştin.


Ehmed Enwer di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, firokeyên hevpeymanan bi piştgirêdan bi zanyariyên Pêşmergeyên Kurdistanê, pêgehên terorîstên DAIŞê li gundê Mîkok (25 KM rojavayê Mexmûrê) bombebaran kirin.
Enwer da zanîn ku, ji encama wê derbeyê, hejmareke zêde ji terorîstan hatin kuştin û ziyanên madî yên mezin gehane wan.

Nûçeyên têkildar