Rewşa xwendingehên ehlî û navdewletî li Kurdistanê
Bi armanca diberçavrederbaskirina yasa û rênmayîyên xwendingehên ehlî û navdewletî li herêma Kurdistanê, duhî (17.05.2012), wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Îsmet Mihemed Xalid, bi amadebûna nûnerê wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî, civînek digel rêvebir û serperiştkarên xwendingehên ehlî û navdewletîyên herêma Kurdistanî saz kir.
Di destpêka civînê de, wezîrê perwerdeyê kar û çalakiyên xwendingehên ehlî û navdewletî bilind nirxandin û got ku wezareta perwerdeyê, ji bona geşepêdana perwerdeyê û xandinê li herêma Kurdistanê, amadeye hevkariya wan xwendingehan bike.
Wezîrê perwerdeyê got:
- Serkeftina xwendingehên ehlî û navdewletî li herêma Kurdistanê, em bi serkeftina xwe dizanîn. Divê kar û xebatên hemû aliyan di berjewendiya nifşê pêşerojê de bin. Divê hemû xwendigehên ehlî û navdewletî li herêma Kurdistanê girêdayî yasa û rênmayîyên wezareta perwerdeyê bin.
Xalid got jî ku ew bernameyê ji wan xwendingehên ehlî û navdewletî re hatiye dananm bi taybetî perwerdeya olî û kulturê kurdistanê û babetên civakî cîbicî bikin.




