26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Amedê 5 zarok birîndar bûn..2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Li kolaneyekê navçeya Surê ya Amedê teqemeniyek hat teqandin û di encamê de 5 zarok birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li navçeya Surê ya Amedê di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) ku ser bi PKKê ve ye û hêzên Tirkiyeyê de îro pevçûnan destpê kiribû û tê gotin hêj pevçûn didomin.

Li kolana Eskî Yogurt Pazariyê ya navçeya Sûrê bombeyek hat teqandin û di encama wê de 5 zarok birîndar bûn.

Zarokên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silahedîn Eyubî.

Herwiha li navçeya Bismilê ya Amedê duhî roketek bi xaniyekê ketibû û di encamê de zaroka 9 salî jiyana xwe ji dest dabû, 5 kesên din jî birîndar bibûn. Îro jî ji wan birîndaran yê bi navê Agit Yildiz jiyana xwe ji dest da.

Qemiqamiya Bismili duhî saet saet 14.30ê li çar taxên navçeyê heta fermanek duyem qedexeya derketina derve îlan kiribû.

Piştî îlankirina qedexeya derketina derve duh şev di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) ku ser bi PKKê ve ye û hêzên Tirkiyeyê de pevçûn derketibû. Di encama pevçûnan de roketek bi xaniyê welatiyekê ket di encamê de Elif Şimşek a 9 salî jiyana xwe ji dest dabû û 5 kesên din jî birîndar bibûn.

Îro ji wan birîndaran Agit Yildiz ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, wî jî jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar