26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çend daxwazî ji bo Hêzên Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamanterekî Kurdistanê çend daxwaziyên taybet bo Hêzên Pêşmerge bo Serokatiya Herêma Kurdistanê bilind kir û dibêje hemû pêşmergeyek ku li eniyên bergirîkirinê be, parçeyek erd werbigire û heta salekê wergirtina silfeya eqar û zewac û çandiniyê jî ji wan re were paşxistin, herwiha ew pêşmergeyên ku di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûne, pileya wan bilind bibe.

Dr. Firset Sofî Endamê Parlamentoya Kurdistanê di nameyeke vekirî de ku pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge hatiye kirin, 5 daxwaziyên taybet bi Hêzên Pêşmerge diyar dike û daxwaz dike ku her pêşmergeyek dewam dike û li eniya şer be, perçeyek erd werbigire.

Sofî wiha got: “Silfey eqar û rewac û çandiniyê bo Pêşmerge saleke paş bikeve. Beriya niha jî Serowezîr li ser vê yekê razî bûye, lê heta niha ev biryar derneketiye.”

Ew parlamenter daxwaz jî dike ku, hemû ew birîndarên ku di şerê li dijî DAIŞê de beşek ji laşê xwe ji dest dane, pileya wan were bilindkirin.

Nûçeyên têkildar