25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kesayetiyek li dijî Esed di zindana PYDê de mir..Gelekî bergirî li kurdan dikir

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Kesayetiya ereb ku ji malbatekî şoreşgêr û dijbereya rêjîma Esed e, di zindana asayişa PYDê de jiyana xwe ji dest da. Kesayetiya siyasî ya Rojava Selah Bedredîn jî dibêje, kuştins wî kesî bandoreke xerab li pêwendiyên di navbera kurd û ereban de dibe û dijminê kurdan vê yekê dê wek belgeh li dijî kurdan bikar bînin.

Kesayetiya siyasî ya Rojava Selah Bedredîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Malbata Mihemed Eymen Himêdî belav kirin ku kurê wan ji aliyê PYDê ve hatiye kuştin, helbet ew malbat gelekî dijayetiya rêjîma Sûriyê dikir û gelek xebat dikir, herwiha gelek bergirî li kurdan dikir, lewma ev yek dê bandoreke xerab li kurdan bike, ji ber ku hin alî dê vê yekê wek belge bikar bînin.”

Li ser zimanê malbata wî kesayetiya li dijî rêjîma Esed hatiye belavkirin ku, Mihemed Eymen Himêdî yê 45 salî qet nedihat bala wî ku dawiya jiyana wî dê di zindana PYDê de be, ji ber ku ji mêj de ew malbat li dijî rêjîma Esed xebat dikir. Birayê wî bi navê Faris Himêdî di zindaneke rêjîmê de li Tedmûrê hat kuştin, herwiha birayekî din jî 16 salan di zindana Esed de mabû.
Eymen ji malbatekî diyar a gundê Hiwêce Ebdî ya ser bi Girê Spî ye. Bavê wî serokê eşîrên navçeyê bû. Wî bi xwe gelekî alîkariya şoreşvanên Sûriyê dikir.

Selah Bedredîn jî tekez dike ku Eymen Himêdî welatparêz û xemxwirê welat bû û li dijî rêjîma Esed bû.

Bedredîn wiha got: “Ereb piraniya wan li dijî kurdan e, lê ev malbat dostê kurdan e û gelekî bergiriyê li kurdan dikin û xwedî helwêst bûn, ji ber ku nivîskarekî wan heye bi navê Yasîn Hecî Salih, lewma ez di wê baweriyê de me ku ev yek dê bandoreke xerab li ser pêwendiyên kurd û ereban hebe, tevî ku ew dizanin ku PYDê nûneratiya kurdan nakin.”

Kesekî ji navçeya Girî Spî bi navê Ebû Ehmed ragihand: “Gelek zindanên nihênî yên PYDê hene. Ew jî piştî ku destê xwe danî ser navçeyê.”

Nûçeyên têkildar