Serok Barzanî serdana Patiryarkê Dêra Rojhilat a Asûriyan dike

KDP.info-Hewlêr- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê serdana Patiryarkê Dêra Rojhilat a Asûriyan Mar Gorgîs kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li bajarokê Enkave yê Hewlêrê serdana Patiryarekê Dêra Rojhilat a Asûriyan kir.
Serok Barzanî di hevdîtinê de diyar kir ku Herêma Kurdistanê li hember Xiristiyanan erkê xwe bi cih aniye û got: “Me erkê xwe bicih aniye lê ger kêmasiyên me hebin, hêvîdar im li me biborînin. We di şoreşa Îlonê de gelek şehîd dane û ew şehîd ji bo me hemû kurdan semolek in.”
Patiryarkê Dêra Rojhilat a Asûriyan Mar Gorgîs jî di vê serdanê de axivî û dazanîn: “Em qet nafikirin ku bi serdan hatine, em hest dikin li welatê xwe ne.”
Mar Gorgîs bal kişande ser xurtkirina peywendiya di navbera gelan de û got: “Divê em pêwendiyên xwe pêş bixin û em dizanin pêşeroja me li Rojhilata Navîn pêşerojeke geş e.”
Duh yekşemê roja 27’ê Îlonê 123emîn Patiryarkê Dêra Rojhilat a Asûriyan dest bi karê xwe kir. Patiryark Mar Gorgîsê Sêyem ku ji bajarê Dihokê ye, bû patiryarkê nû yê Asûriyên cîhanê.




