26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî salvegera damezrandina Dengê Kurdistan pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê salvegera Êzgeha Dengê Kurdistan pîroz kir û tê de ragihand, Êzgeha Dengê Kurdistan yekem dengê şoreş û Pêşmerge û kurdayetî bû ku bandoreke berçav ji hişyarîkirina cemawerî û gihandina serkeftina Hêzên Pêşmerge û peyama şoreşê bo xelkê bû.

Ev jî tekesta peyama Serok Barzanî ye:

Birêz û rêvebir û karmendê Êzgeha Dengê Kurdistan

Bi helkefta 52emîn salvegera damezrandina Êzgeha Dengê Kurdistan germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim. Êzgeha Dengê Kurdistan yekem dengê dilêr a şoreşa gelê Kurdistanê bû bo gihandina peyama mezlumiyet û aştîxwaza gelê Kurdistanê bo hemû cîhanê, di rojên dijwar ên şoreşa mezin a Îlonê.

Êzgeha Dengê Kurdistan yekem dengê şoreş û Pêşmerge û kurdayetî bû ku bandoreke berçav ji hişyarîkirina cemawerî û gihandina serkeftina Hêzên Pêşmerge û peyama şoreşê bo xelkê bû.

Rola Êzgeha Dengê Kurdistan di şoreşên Îlon û Gulan û raperînê û heta îro roleke niştimanperwerane û rastgoyane bûye û cihê destê wê di hemû qonxên jiyana gelê me de.

Di 52emîn salvegera damezrandina Êzgeha Dengê Kurdistan de her ew tişt ji we tê çaverêkirin ku berê me ji we dikir û dixwazin erkên we ên pîroz berdewam bin, ku hişyarkirina xelkê ye û belavkirina hizra niştimanperwerî û piştvaniya Pêşmerge û serxwebûna Kurdistanê.

Em hêviya serkeftinê ji we re dixwazin

Nûçeyên têkildar