Nêçîrvan Barzanî û Şehristanî rewşa Iraqê nirxandin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî di Hikûmeta Iraqê de Hisên Şehristanî rewşa Iraqê nirxandin.
Îro Yekşemê 27/9/2015 li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Hisên Şehristanî Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî di Hikûmeta Iraqê de kir.
Di wê hevdîtinê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên siyasî, leşkerî ewlehiya welat hatin nirxandin û bi hûrî behsa rewşa aborî û darayî ya Iraqê hat kirin. Herwiha pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çawaniya avêtina pêngavan bo çareserkirina nakokiyên wan, hatin gotûbêjikirin.
Di wê civînê de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên amade bû û Serokwezîr bi hûrî behsa şerê li dijî DAIŞê li Kurdistanê û şikestina DAIŞê ya berdewam li ser destê Hêzên Pêşmerge û serkeftinên Pêşmerge kir. Herwiha bi hûrî behsa rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê û kirîza aborî û derencam û bandora wê ya xerab kir.
Şehristanî wek nûnerê Ebadî bşdarî merasîma destbikarbûna Patrîkê nû ya Dêra Rojhilat a Asûriyan li cîhanê kir.




