Li Amedê derketina derve hat qedexekirin..Alozî berdewam in
__2015_09_27_h21m8s55__LB.jpg)
Amed-KDP.info- Li çar taxên navçeya Bismilê ya Amedê heta fermanek duyem qedexeya derketina derve hat îlan kirin.
Li navçeya Bismilê duh şev di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) ku ser bi PKKê ve ye û hêzên Tirkiyeyê de pevçûn derketibû.
Piştî pevçûnan Qeymeqamiya Bismilê li taxên Uluturk, Tekel, Dumlupinar û Firatê îro saet di 14.30ê de biryara qedexeya derketina derve îlan kir.
Di daxuyaniya qeymeqamiyê de wiha hat gotin: “Ji bo girtina endamên rêxistina cudaxwaz a terorîst û ji bo ewlehiya gelê me û malên wan ji 27ê Îlona 2015an saet 14.30ê heta fermanekê duyemîn derketina kolanan li taxên Uluturk, Tekel, Dumlupinar û Firatê hatiye qedexekirin.
Şerê li Şirnexê berdewam e
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, eve 3 rojin şer berdewame û di şer de heta niha 4 kesên sivîl jiyana xwe jidest dane.
Gerîlayên PKKê di yekem roja cejnê de li navçeya Bêşebap bi navê din Elkê ya ser bi bajarê Şirnexê êrîşek berfereh birin ser hêzên ewlekariya Tirkiyê. Piştî vê êrîşê li navçeyê eve 3 rojin şer û pevçûn berdewam dikin. Di encama êrîşan de 3 ji heman malbatê, bi giştî 4 kesên sivîl jî jiyana xwe jidest dan. Lê belê derbarê encamên şer de agahiyên ku Serokerkaniya Artêşa Tirkiyê û HPG didin, hev nagrin.
Navenda Ragehandina HPGê diyar kir ku gerîlayan roja 25ê Îlonê êrîşê qereqola jendermeyan, navenda polîsan û avahiya hêzên ewlekariya Tirkiyê kirine û di encam de 75 leşker û polîs kuştine.
HPGê got di vî şerî de 14 gerilayên wan jî jiyana xwe jidest dane. HPGê herwiha berpirsiyariya kuştina sivîlan jî xiste ser milê polîs û leşkeran û diyar kir ku, di encama topbarana artêşa Tirkiyê de 3 welatiyên ji heman malbatî hatine qetil kirin û şofêrê ambûlansê jî ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.
Ji aliyê xwe ve Serokerkaniya Artêşa Tirkiyê jî daxuyand ku piştî êrîşa PKKê li navçeyê operasyon pêkanîne û di encam de 34 gerîla kuştine. Sererkaniyê got heta niha termê 15 gerîlayan bi tevê çekên wan hatine desteserkirin.
Serokerkaniyê jî berpirsiyariya kuştina her 4 kesên sivîl xiste stûyê PKKê.
Li Bakûrê Kurdistanê ji 21ê Tîrmehê ve proseya aştiyê cihê xwe ji şer re hiştiye. Heta niha jiber şer gelek navçe weke herêmên şer hatine destnîşan kirin.




