25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêrevanî: Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê venegeriyane

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî di daxuyaniyekê de ragihand ku, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê venegeriyane Rojava û ew nûçeyên ku behsa vegera wan dikin dûr in ji rastiyê.

Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:

Li gorî nûçeyeke Ajansa Anadolo û War TV, ew pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtine, hinek ji wan vegeriyane Rojava û wan aliyan navê jêderan eşkere nekirine.
Em wek Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî radigihînin ku ew nûçe dûr e ji rastiyê û ti bingeha wê tine ye.
Ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî
 

Nûçeyên têkildar