26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Serokê ji nav xelkê were hilbijartin divê desthilatên wî zêdetir bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pêşniyarên pirsa Serokoatiya Herêma Kurdistanê de got, ew pêşniyar sosret in û divê pêşniyarên rasteqîn werin pêşkêşkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarokê Eynkawa yê parêzgeha Hewlêrê beşdarî merasîma danîna patryakê nû yê Asûriyan bû.

Nêçîrvan Barzanî derbarê 2 pêşniyarên YNK, Goran, Yekgirtû û Komelê de yên bo pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ku  pêşkêşî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kiribûn wiha got: “Pêşniyarên her çar partiyan a pêşkêşî Partiya Demokrat a Kurdistanê kirin sosret in. Divê ev bijarde berevajiyê wê yekê bibûn. Heger Serok ji aliyê gel ve were bijartin divê desthilata wî zêde be, lê heger ji aliyê parlamentoyê ve were bijartin divê desthilatî wî kêmtir be.”

Nêçîrvan Barzanî amaje kir ku ti têkildarê Mesûd Barzanî bi wê pirsê re nîne û got, ew hêvî dike ku aliyên siyasî divê bi awayekê rasteqîn hewl bidin û ji bo berjewendiyên Hêrama Kurdistanê tevbigerin.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha got: “Bûyerên heta niha ne bidilê me bû, lê em nîqaşkirina mijaran erênî dibînin.”

Neçîrvan Barzanî destnîşan kir, ev roj him ji bo Herêma Kurdistanê û hem ji bo kilîseya asuriyan rojekê dîrokî ye û vegera patriyakê bo Kurdistanê nîşana wê yekê ye ku Kurdistan bûye cihê jiyana bi hevre jiyanê.

Derbarê teqandina boriyên Başûrê Kurdistanê de jî Neçîrvan Barzanî anî ziman, ew hêvîdar e aliyê ku boriya diteqîne, dev ji wî karî berde.

Herwiha bal kişand ser wê yekê, teqandina boriya lêdana çavkaniya dahata herêmê ye û têkez kir, ku daxwaz ji berprsên Tirkiyeyê kiriye ku hewla zêdetir bidin ji bo parastina boriyên petirola Başûrê Kurdistanê.

17ê Îlonê heştemîn civîna navbera PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komel bo çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê li hola Şehîd Seidullah li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin.

Di civînê de her 4 aliyên YNK, Goran, Yekgirtû û Komel 2 pêşniyar pêşkêşî PDKê kirin û daxwaz jê kirin ku yek ji wan her du pêşniyaran qebûl bike. Di wê civînê de PDKê qebûl kir ku pêşniayara duyem a aliyan binirxîne.

Li gor pêşniyara duyem a her 4 aliyan, Serokê Herêma Kurdistanê dê di nava gel de were hilbijartin, lê gerek desthilatên wê werin kêmkirin.

Pêşniyara yekem a wan her 4 aliyan ew bû ku Serokê Herêma Kurdistanê di nava Parlamentoya Kurdistanê de were destnîşankirin û dê xwediyê desthilatek zêde be
 

Nûçeyên têkildar