Patriyakê Asûriyan li Hewlêrê destbikar dike

KDP.info- Hewlêr- Bi amadebûna berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê û bi xwendina sirudên olî, merasîma destbikarbûna Patriyak Asûriyên cîhanê birêve diçe.
Li bajarokê Eynkawa yê parêzgeha Hewlêrê, merasîma danîna patryakê nû yê Asûriyan ku xelkê Dihokê ye û navê wî Gorgîsê Sêyem Silêwî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê wî Qubad Talebanî û Sekreterê Polîtburoya PDK, fadil Mîranî û nûnerên çend welatan û Hikûmeta Iraqê dê merasîmê de beşdar in.
Ev patryakê 121emîn ê asûriyan e. Piştî 80 ji mana wî kursiyê li Amerîka, ew kursî bo Herêma Kurdistanê hat veguhestin.




