Gelê kurd hêza serekî ya guhorîneye li rojihelata navîn de

Konfransê rojhelata navîn li Turkiya hate sazkirin û di konfransê da gengeşeyên berfireh li ser rewşa aloz ya sûriyê, bhara erebî û rewşa kurdan hatekirin û endamekî perlemanê Turkiya di axivtina xwe da diyarkir ku herêma rojavayê Kurdistanê navenda aramî û dîmokirasiya paşerojê ya rojihelata navîne
Ertuxirul Kurikçû endamê perlemanê Turkiya ku bi eslê xwe turike li bajêrê Stenbulê pişkdarî di konfransê rojhelata naverast de kir û di axivtina xwe da diyarkir ku li hemû cîhanê bahoza guhorînê destpê kirî ye û gelê kurd jî li gel bihara erebî da dest bi bihara azadiya xwe kirine û got: (guhorînên ku bi destê welatên rojava û emirîka dihêne kirin ne demdirêjin û bingeha wan jî sişxlem nîne li tunis, lîbiya, yemen û misrê desthelat hatine guhorîn lê bngehê diktatoriyetê hêjî di astekî bilind da heye û ne bûne şoreşên gel, mxabin bihara erebî ne bûye bihara maf û azadiyan û dîmokirasiyê, lê li Sûriyê pştî ew hinde şer û alozyên mezhebî nabe ku sûriyê vegere sîstemê berê yê takirewî û dikitatoriyetê w sedemê wê yê serekî jî hebûna kurdane, ji ber ku gelê kurd niha herêmeka azad bo xwe dirust kirîne û herêma kurdan bûye take cihê aram û jiyana azad).
Endamê perlemanê Turkiya herwesa diyarkir ku netewakurd dişêt li rojihelata navîn bibe bahoza rast ya guhorînan û got: (evro em herêma Kurdistana Îraqê dbînîn, b rastî jî herêma kurdan di warên dîmokirasiyê, aramiyê w jiyaneka azad da bûye navendeka gelek giring li Îraqê w rojihelata naverast û hebûna kurdan astenge li hember hizra takirewî û dikitatoriyetê w li sûriyê jî dê b heman rengî be û kurd bi hebûna xwe dê jiyaneka dîmokiratîk û azad dirust bikin û ji niha ve bingeha wê jî avêtine û êdî çi hêz neşêt rê li ber avabûna herêma rojavayê Kurdistanê bigire).
Ertuxirul kurikçû di pişkeka dî ya axivtina xwe da li ser rewşa welatên îran û Turkiya jî rawestiya û diyar kir yên ku Turkiya û îranê ber bi dîmokirasiyê ve biben dîsa gelê kurde û di vê sedsalê da hêza serekî ya rêkixistî û xwedan bingeha dîmokirasiyê hêza kurdan ya yekgirtî ye û got: (ne Turkiya û ne jî Îran neşên xwe ji bahoza guhorînan dûr bikin, çunku li hemberî wan neteweyek heye ku jiyana bê azadyê li xwe heram kirî ye û rijdin bo mafên xwe yên neteweyî û berhevin bo azadyê hemû fîdakariyê bikin).
Di konfransê rojhelata navîn da ji Turkiya, Sûriyê, îran û welatên erebî hejmarek zêde kesayetiyên siyasî, ekadîmî û rewşenbîr û rojnamevan berhev bûn û konfiranis du rojan berdewam kir û konfiranis ji aliyê kongireya dîmokiratiya gelan ve hatibû amadekirin.




