26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Herdu wezîrên HDPê dest ji kar berdan

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info- Her du wezîrên HDPê yên hikûmeta Tirkiyê, Alî Haydar Konca û Muslim Dogan, dest ji karê xwe berdan.

Wezîrê Karûbarên Yekitiya Ewropa Alî Haydar Konca û Wezîrê Geşedanê Muslum Dogan di hikûmeta demkî ya Tirkiyê de ku wek “hikûmeta hilbijartina” tê binavkirin, li ser pişka HDPê bibûn wezîr, dest ji karê xwe berdan.

Alî Haydar Konca, parlamenterê HDPê yê bajarê Kocaelî û Muslum Dogan jî parlamenterê HDPê yê bajarê Îzmîrê ye piştî des ji kar berdena xwe li Navenda Giştî ya HDPê derbarê biryara xwe de daxuyaniyek dan.

Parlamenterên HDPê di daxuyaniya xwe de gotin, wan ji ber astengiyên rêvebirina erka xwe dest ji kar kişandin.

Alî Haydar Konca wiha got: “Desthilata AKPê ku 13 sal in bi serê rêveberiyê dike, di tevahiya sindoqên Tirkiyeyê de ji gelê me dersek dirokî wergit.”

Konca wiha domand: “Koşk û AKPê ku hemû stratejiya wan li ser HDPê di bin benda hilbijartinêde bihêlî ye, rastî têkbirinê hatin. Serkeftina HDPê ya di hilbijartinan de, da xuyandin ku di diroka siyasî ya Tirkiyeyê de deriyek nû vebûye.”

Konca amaje kir ku AK PArtiyê ji 8ê Hezîranê û pê ve li hemberî encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê konseptek a şerî û darbeyê êxistiye dewreyê.

Ji aliyê din ve Serokwêzîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî ragihan wî dest ji kar berdana herdiû wezîrên HDPê qebûl kiriye.

Davutoglu da zanîn dê di demekê nêzîk de li sûna herdu wezîran 2 kesên din were erkdarkirin.

Hikûmeta hilbijartinê ya Tirkiyê dê heta piştî hilbijartinên 1ê Mijdara îsal li ser kar bimîne.
 

Nûçeyên têkildar