Hewramî: Serok ji nava xelkê bê hilbijartin divê xwedî çendîn desthilatên diyar be
__2015_09_22_h19m6s15__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Hêmin Hewramî di civînekê de ragihand ku, her serokek ku ji nava xelkê were hilbijartin divê xwedî çendîn desthilatên diyarkirî be. Herwiha da zanîn ku PDKê ticarî nehiştiye kes mafê pêkhateyên li Herêma Kurdistanê binpê bike.
Îro Sêşemê 22/9/2015 Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê û Endamê Serkirdatiya PDKê Hêmin Hewramî pêşwazî li Konsulê Nû yê Almanya li Herêma Kurdistanê Mak Ayşhorn kir û bi nave serkirdatiya PDKê pîrozbahiyekî germ li ser desbikarbûna wî wek Konsulê Almanya lê kir, herwiha spasiya PDKê û hemû xelkê Kurdistanê gihand wî, ew jî ji ber alîkariyên welatê wî ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye.
Hewramî bi kurtî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê kir û derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, Hewramî helwesta PDKê dubare kir ku ew ligel sîstema parlamanî û hilbihartina serokê Kurdistanê ji aliyê xelkê ne û her serokek ku ji nava xelkê were hilbijartin divê xwedî çendîn desthilatên diyarkirî be. Herwiha da zanîn ku PDKê ticarî nehiştiye kes mafê pêkhateyên li Herêma Kurdistanê binpê bike.




