32 dibistan li kampên Dihokê hatine vekirin

Dihok-KDP.info- Li gorî zanyariyên endamekî Encumena Parêzgeha Dihokê ku serokê Komîteya Koç û Koçberan e jî, 32 dibistan li kampên parêzgeha Dihokê hatine vekirin û 6 jî li ser Çiyayê Çingalê ew jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Ekrem Fetah Endamê Encumena Parêzgeha Dihokê ku Serokê Komîteya Koç û Koçberan e ji malpera KDP.info re ragihand: “Mixabin bo Hikûmeta Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan ku ti alîkarî pêşkêşî koçberan nekiriye û ti dibistan ji wan re venekiriye, lê em spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Perwerdeyê dikin ku 32 dibistan ji wan re li nava kampan vekiriye da ku xwendina xwe berdewam bikin.”
Fetah wiha got: “Herwiha 6 dibistan li ser Çiyayê Şingalê hatine vekirin, lê em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku Hikûmeta Iraqê alîkariya me bike, ji ber ku tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan dike.”




