26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge û firokeyên hevpeymanan 20 terorîstên DAIŞê dikujin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Başîk- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û firokeyên hevpeymanan, bike û pêgehên terorîstên DAIŞê li bajarokê Başîk bombebaran kirin û hejmareke zêde ji wan kuştin.
Berpirsê eniya Başîk a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Hemîd Efendî, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ev heyama du şevan e ku firokeyên hevpeymanan û Pêşmerge binke û pêgehên terorîstên DAIŞê li Başikê bombebaran dikin.
Hemîd Efendî da zanîn ku, ji encama topbaran û bombebaranê, herî kêm 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 6 otombîlên wan jî hatin şewitandin û jinavbirin.

Nûçeyên têkildar