26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî nêzîk plana çaksaziyê radigehîne

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Hewlêr- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, planek bo çaksaziyê amadekiriye, di van rojan de jî wê rabigehîne.

Cîgira serokê frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP), Amîne Zikrî, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, plana çaksaziyê yek ji bernameyên kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, niha jî serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî desthilat daye hemû wezîran da ku dest bi çaksaziyê bikin.

Ew plana çaksaziyê jî bo wê yekê ye ku, gendelî di nava dezgehên hikûmetê nemînin, ew plan jî dê dilê xelkên Kurdistanê xweş bike.

Zikrî diyar kir jî ku,  birayar bû plana çaksaziyê beriya niha hatiba destpêkirin, lê ji ber derketina krîza aborî, şerê li dijî DAIŞê û hatina hejmara yekcar zêde ya penaber û derbideran, ew plan hatibû paşxistin, lê niha Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî dê dest bi wê planê bike.

Navboriyê eşkere kir jî ku, yekem frakesyon ku proje yasaya taybet bi kêmkirin û rêxistina mûçeya paye bilindan pêşkeşî Parlementoya Kurdistanê kiribû, frakesyona PDK bû.
 

Nûçeyên têkildar