26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fûad Husên: Pênc aliyên siyasî soz dane êdî li ser ragihandinê şerê hev nekin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên ragihand ku hemû aliyên siyasî bi rêya nûnerê wan di civîna berpirsên dezgehên ragihandinê de, ligel wê yekê bûn ku êrişên ragihandinê li dijî hev rawestînin.

Fûad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand ku, civîna berpirsên dezgehên ragihandinê yên 5 aliyên siyasî (PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komel) li Hewlêrê birêve çû, herwiha beriya niha di civînên 5 alî de jî daxuyaniyek belav bû ku aliyên siyasî li ser ragihandinê êrişî hev nekin, lewma îro hemû aliyan soz dank u wan êrişan bi dawî bînin, ji ber ku ne di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye. 

Nûçeyên têkildar