Serok Barzanî: Erkê mamosteyên olî ye ku rê li tundirewiyê bigrin

Hewêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi boneya damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Isalmê li Kurdsitanê belav kir.
Serokê Herêma Kurdsitanê Mesûd Barzanî ragihand: “Erkê mamosteyên olî ye ku rêgiriyê li belavbûna raman û bîrokên tundirew û tekfîrî di nav gelê Kurdsitanê de bikin. daxwaz hişyar kirina xelkê li ser bingehê hezkirina ji welat û çanda lêborînê li wan kir.”
Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Rêzdar Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê
Rêzdar Mamostayên Olî
Silavên Xwedê li ser we bin
Bi helkefta 45 saliya damezrandina Yekîtiya we germtirîn pîrozbahiyê li we û hemû zanayên ola pîroza Îslamê li tevahiya Kurdistanê dikim.
Bi dirêjahiya xebata rizgarîxwazên Kurdistanê, rola mamostayên olî her pêşewayetî û serkirdane bûye û li sengerê pêşî yê bergirî kirina li ax û gelê xwe bûn. Rola geş ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê jî li rûpelên dîroka xebata gelê me da hatiye nivîsandin, niha jî ku bîra tundrewiyê gefan li gelê me û hemû mirovayetiyê dike, rola mamostayên olî gelek hestiyare, ji wê yekê dilrastin ku mamostayên olî li Kurdistanê amadene bi giyanê Pêşmergane ve bergiriyê li axa Kurdistanê û kerameta xelkê Kurdistanê bikin, li heman demî da erkê weye rê li belavbûna bîra tundrewiyê û tekfîra wê li nav gelê me bigrin.
Hêvîdarim li ser wê rêbaza xwe ya pîroz berdewam bin ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û ola pîroza îslam û hişyarkirina xelk li ser bingeha hezkirina welat, lêborînî, rawestana dijî bi diyardeya têror, dijî hemû wan bîr û kiryaran bin ku berevajiya rewayetiya ola îslam û bihayên mirovayetî û armanca wan bi karanîna olê ji bo bi destanîna destkeftên dinyayî.
Xwedayê mezin piştevanê we be.
Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî
21.09.2015




