25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mar Lowsî spsasiya PDK û Serok Barzanî li ser piştgiriya Xirîstiyanan dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- serokê Dêra Kildanî-Katolîkî li Cîhanê, Mar Lowîs Sako ragehand ku, Partiya Demokrata kurdistanê (PDK) di hemû qonaxên xebata xwe de rêzeke taybet li birayên Xirîstiyan girtiye.
Îro Duşemê, Sekreterê Polîtbîroya PDK Fadil Mîranî li Pîrmamê pêşwazî li Mar Lowîs Sako û metranên Amerîka, Kanada, Îran, Hewlêr û Bexdayê kir.
Mîranî balkişande ser rewşa siyasî û ewlekarî ya navçeyê, herwiha amaje bi pêkvejiyana pêkhate û olên cûda li Herêma Kurdistanê kir.
Mîranî got jî ku, PDK û bi taybetî Serok Barzanî çi li Herêma Kurdistanê û çi li Iraqê, berdewam piştgirî li birayên Xirîstiyan kiriye, ti carî jî wan wek mêvan nade zanîn.
Ji aliyê xwe ve, Mar Lowsî Sako spasiya Polîtbîroya PDK li ser wê hevdîtinê, herwiha spasiya Serok Barzanî jî kir bo piştgiriya berdewam li Xirîstiyanan.
Mar Lowsî da zanîn jî ku, niha Xirîstiyan bi asûdeyî û dilrehetî ligel birayên xwe yên Kurd li Herêma Kurdistanê dijîn, bêyî ti cudahiyekê.

Nûçeyên têkildar