Bi biryara Nêçîrvan Barzanî 22 milîar bo Xaneqîn û Kelar hatine terxankirin

Di berdewamîya geşta xwe de bo devera Germîyanê, îro Nêçîrvan Barzanî serok wezîrê Kurdistanê serdana Xaneqîn û Derbendîxanê kir û li gel berpirsên dam û dezgehên her du qezayan kom bû. Barzanî di axavtinekê de ragihand, ku Germîyan gelek azar dîtîye û ji ber hindê erkê hukûmetê ye xizmeta Germîyanê bike.
Îro dûşembe serok wezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dirêjîya geşta xwe de bo Germîyanê serdana her du qezayên xaneqîn û Derbendîxanê kir. Nêçîrvan Barzanî li gel berpirsên evan deveran û nûnerên xelkê deverê kom bû û guh ji daxwaz û gilîyên wan û çawanîya birêveçûna karûbarên hukûmetê li evan deveran girt.
Serok wezîrê Barzanî yekem car serdana Xaneqînê kir û kombûnek bi berpirsên xaneqînê û nûnerên hevwelatîyan re saz kir ku tê de basa projeyên hukûmetê û daxwaz û gazindeyên xelkê hate kirin. Barzanî di kombûnê de biryar da ku 18 Miliyard Dînar bo projeyên Xaneqînê dê bihête terxankirin.
Nêçîrvan Barzanî di kombûnê de basa êş û azarên gelê Kurd li devera germîyanê kir û ragihand:´´ ez gelek li Kurdistanê gerîyame her ji Zaxo ve heta Xaneqînê, belê hîç cihek wek sosret û azarên Germîyanê, azara min nedane.´´ Barzanî herwisa got, ku ´´ pişka herî zêde ji prosesa Enfal û maêwêranîyê ber Germîyanê kevtiye û ji ber ewê, erkê hukûmetê ye xizmeta wan (hevwelatîyên Germîyanî-PNA) bike.´´
Serok wezîr Barzanî herwisa got:´´ çend salek berî niha ku min serdana Germîyan kir, xelkê gazinde dikir, belê niha piştî çend salan, li Germîyanê xelkê hem gazinde hene û hem jî destxweşî.´´
Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê di berdewamîya axavtina xwe de got, ku di evê hefteyê de 200 Miliyon Dolar terxan kirine bo projeyên xizmetguzarîyên devera Germîyan û herwsia bûdce bo rêya serekîya Kelar-Xaneqîn hatiye terxankirin da ku bibe cotsayd, ku dê bi tewabûna evê projeyê bûyerên hatûçûyê kêm bibin.
Herwisa îro di dirêjîya serdana xwe de, Nêçîrvan Barzanî serdana Derbendîxanê kir û li wir jî bi berpirsên dam û dezgehên hukûmeta herêma Kurdistanê re kombûnek saz kir. Serok wezîr Barzanî li Derbendîxanê jî ragihand, ku hukûmetê gojmeya 11 Miliyard Dînar bo cîbicîkirina projeyên li Derbendîxanê û bi taybetî jî bo projeyên torîzmê (geştyarîyê), rê û caddeyan û biwarê perwerdeyê terxan kiriye




