25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Şebek daxwaz ji Amerîka dikin rasterast çekan bide Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Washington-KDP.info- Nunerên Kurdên Şebek li Washingtonê daxwaz dikin hevkariya pêşmerge were kirin û bi awayekî rasterast çek bo Hêzên Pêşmerge bên şandin.

Îro hijmareke nunerên kurdên şebek li Washingtonê daxwaz ji berpirs û rayedarên Koşka Spî kirin daku bi awayekî raste rast hevkariya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bike.

Kurdên Şebek herwiha daxwaza vê yekê dikin ku Amerîka û welatên din yên cîhanê bi awayekî raste rast çek û pêdiviyên leşkerî bo hêzên pêşmerge bişînin

Serokê şanda kurdên Şebek, Salim Şebek ragihand: “Me hemû aliyan re got ku, Hêzên Pêşmerge em parastine û niha jî me diparêze û Serok Barzanî sembola mîltê kurd e û me ji Amerîka re tekez kir ku tenê Serok Barzanî dikare navçeyên me biparêze û bergiriyê li me bike ji ber ku xema me hemûyan dixwe, lewma divê Amerîka zêdertir alîkariya Hêzên Pêşmerge bike. Herwiha divê ji aliyê mirovî ve jî alîkariya Herêma Kurdistanê bike ji ber ku % 98 ji kurdên şebek berê xwe dane Herêma Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar