26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peykerê Barzaniyê nemir li Bexda tê danîn

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Berpirsê Şaxa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê ragihand ku, ew amadekariyê dikin bo danîna peykerê Barzaniyê Nemir li bajarê Bexdayê.

Mihemed Emîn Delo Berpirsê Şaxa 5 a PDKê li Bexdayê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji aliyê şêwekarek û peykertaş Daxil Mendelawî ku xelkê bajarê Mendelî ye, peykerek bo Barzaniyê Nemir wek xwebexiş hatiye dirustkirin û pêşkêşî şaxa 5 a PDKê hatiye kirin.”

Delo wiha got: “Em amadekariyê dikin ku piştî cejnê vî peykerî li cihekî girîng li Bexdayê deynin û di merasîmeke hejî de perdeyê ji ser peyker bidin alî.”
 

Nûçeyên têkildar