26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK pêşniyarên derbarê pirsa serokatiyê de gotûbêj dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşniyarên aliyên siyasî derbarê pirsa serokatiyê de gotûbêj dike.
Ji demjimêr 11:00 ê îro Yekşemê ve, polîtbîroya PDK di civînê de ye.
Çavkaniyekê ji nava civînê ji KDP.info re ragehand ku, xalên girêdayî mîkanîzma hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û desthilatên wî di civînê de tên gotûbêj kirin.
Çend roj berê, partiyên beşdar di hikûmeta Herêma Kurdistanê de (PDK, YNK, Gorran, Komel, Yekgirtû) ji bo cara heştemîn li ser kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê civiyabûn.
Di wê civînê de, YNK-Gorran-Komel-Yekgirtû du pêşniyar dabûn PDKê:
*Bila Serok ji aliyê gel ve were hilbijartin lê desthilatên wî kêm be
*Bila Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin
 

Nûçeyên têkildar