26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK rê nade ziyanên ji encama topbarana Tirkiyê ketine bên tomarkirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Dihok- Encûmena parêzgeha Dihokê radigehîne ku. PKK rê nade wan da ku w derbasî gundên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine bombebarankirin bibin, da ku kesên ku ziyan gehane wan qerebû bikin.
Seroka komîteya qerebûkirina kesên ku ziyan ji encama bombebarana Tirkiyê gihaye wan, Bêrîvna Selîm ji KDP.info re ragehand ku, wan serdana navçeyên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine bombarankirin, da ku raporekê li ser ziyana amade bikin û welatiyên navçeyê qerebû bikin.
Bêrîvan Selîm da zanîn jî ku, çekdarên PKK rêgirî li wankirin ku derbasî çend gund û cihan bibin “lewma bi alîkariya xelkên wan gundan qasê ziyanan gehişte me.”
Navboriyê tekez kir ku, ew dê raporta xwe bi zimanên Kurdî, Eebî û Tirkî amade bikin, da ku pêşkeşî aliyên peywendîdar bikin.Herêm
 

Nûçeyên têkildar