25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Metranekî Dihokê bû serokê Dêra Rojhilat a Asûriyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li dêra Mar Yohina Memedan li bajarokê Enkawa kongireya Sînhad Dusî pîrozbahiya Dêra Rojhilata Naverast birêve çû û Mar Gorgîs wek serokê Dêra Rojhilat a Asûriyan hat hilbijartin.

Di kongireyê de ku piştî 3 rojan ji civîna neasayî ya metranên dêrê ku ji Ewropa û Amerîka û Hîndistan û Rûsya û Awustralya û Newzîlanda û Sûriye û Libnan û welatên din ên dinyayê hatibûn, li Hewlêra paytexta Kurdistanê hilbijartina nihênî bo diyarkirina serok û patiryark 121emîn ê dêra asoriyan li cîhanê birêve çû û tê de Mar Gorgîs wek serokê Dêra Rojhilat a Asûriyan hat hilbijartin.

Mar Gorgîs xelkê bajarê Dihokê ye û Zanîngeha Bexdayê xwendiye û zêdetirî 20 saln e ku zanayekî olî ye.
 

Nûçeyên têkildar