Şandek zanayên ola mesîhî ji Beljîka serdana Hêzên Pêşmerge kir
__2015_09_19_h22m41s22__LB.jpg)
Başîk-KDP.info-Şandeke zanayên ola mesîhî ji welatê Beljîka serdana Hêzên Pêşmerge kir û spasiya wan kir ku parastin navçeyê dikin.
Îro Şemiyê şandek ji zanayên ola mesîkî û hejmarek metran û qeşeyên welatê Beljîka serdana eniya Başîk kirin û ji aliyê berpirsê wê eniyê Hemîd Efendî û hejmarek din ji fermandarên pilebilind ve hat pêşwazîkirin.
Metranê Mezin ê Beljîka Gay Harbîhanî spasiya Hêzên Pêşmerge kir ji ber parastin û hewandina ev hejmara zêde ji koçberên ku piştî dagîrkirina Mûsilê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve berê xwe dan Herêma Kurdistanê, û rastî pêşwaziyeke mezin hatin û li Kurdistanê bi cih bûn.
Piştre wê şandê ji nêzîk ve serdana perestgeh û cihên olî wek Dêra Marmet kir û ji aliyê Mar Yûsif Metranê Dêrê û welatiyên mesîhî yên Deşta Mûsilê ve hatpêşwazîkirin.
Metranê Dêra Marmet ragihand ku nabe ti carî rola Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşkêşkirina alîkarî û xizmet û parastina mesîhiyan de jibîr biçe.




