25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Termê 4 miriyên “kamyona mirinê” gihîştin Silêmaniyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Fedrasyona Penaberên Iraqê li Herêma Kurdistanê eşkere kir ku termên 4 kurdan gihîştin Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî ku di “kamyona mirinê” li welatê Nemsa fetisî bûn.

Amanc Ebdulah Berpirsê Ofîsa Fedrasyona Penaberên Iraqê li Herêma Kurdistanê ragihand ku, roja 27ê Tebaxa îsal, cenazeyên 71 koçberên ku bi qaçaxî derbasî Ewropayê bibûn, li welatê Nemsayê û di nav kamyonekê de hatibûn dîtin. Di nav wan de 21 kes jî kurd bûn. Kamyona han wek “kamyona mirinê” hatibû binavkirin.

Ebdulah ragihand: “Îro termê 4 kesan ji wan gihîştin Herêma Kurdistanê û bi amadebûna malbatên wan bo bajarê Silêmaniyê hatin veguhestin da ku li wir bên veşartin.”

Berpirsê Ofîsa Fedrasyona Penaberên Iraqê li Herêma Kurdistanê diyar kir ku piraniya wan koçberên kurd ên ku di kamyonê de hatibûn dîtin, xelkê bajarê Silêmaniyê ne.

Li gorî Amanc Ebdulah, di nav wan koçberên ku di kamyonê de fetisîbûn, 59 zilam, 8 jin û 4 jî zarok hebûn.

Nûçeyên têkildar