Osman Ocalan: Pêwîst e PYDê van karan bike
__2015_09_19_h20m2s26__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd Osman Ocalan ragihand ku, pêwîst e PYDê rêkeftina Dihokê cihbihih bike da ku Herêma Kurdistanê zêdetir piştgiriyê li Rojavayê Kurdistanê bike, herwiha rê bide vegera Pêşmergeyên Rojava da ku vegerin û bergiriyê di ber axa xwe de bikin.
Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e PYDê rê bide partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê ku di rêveberiyê de beşdar bibin û rêkeftina Dihokê cihbicih bike da ku hemû bi hev re welatê xwe biparêzin, ji ber ku metirsiya DAIŞ û hêzên din li ser Rojava berdewam e, eger li wir rêkeftin bi cih were, Herêma Kurdistanê jî dê alîkariya wan bike û dê ew metirsî nemînin.”
Ocalan wiha got: “Pêwîst e PYDê rê bide Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku vegerin welatê xwe û axa xwe biparêzin, herwiha divê aliyên din jî rêz li nêrîna PYDê bigirin û êriş nekin ser, lê belê tifaq di navbera wan de çêbibe da ku Pêşmerge vegerin Rojava, ji ber ku niha ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê kurd bi yekrêziyê heye, da ku hemû pirsgirêkên xwe derbas bibikin û serkeftinê bi dest bînin.”




